Duhok amadekariya turîstên Ewropî dike

Duhok amadekariya turîstên Ewropî dike

PeyamaKurd - Konsulê Çekya yê li Herêma Kurdistanê, ligel Rêveberiya Geştyariya Duhokê hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku ew hewl didin turîstên welatê xwe bînin Duhokê. Herwiha Rêveberê Geştyariya Duhokê Xeyrî Elî jî ragihandiye ku ew amadekariya pêşwazîkirina geştiyarên welatên Ewropayê dikin ku welatê Çekya yek ji wan e.

Elî daye zanîn, ew di wê baweriyê de ye ku bi temambûna çend projeyên nû yên geştyariyê re, geştyarên zêdetir yên Ewropî serdana parêzgeha Duhokê bikin.

Xeyrî Elî ji K24ê re daye xuyakirin, “Kabîneya Nehem girîngiyeke mezin bi sektora geştyariyê dide. Sala bê qonaxa duyem a projeya geştyariyê ya Çiyayê Zava dest pê dike û ev jî dê bibe sedema rakişandina geştyarên zêdetir. Gelek welat dixwazin geştyaran bişînin parêzgeha Duhokê û di dema borî de Konsulê Çekyayê serdana Rêveberiya Geştyariya Duhokê kiriye û behsa vê mijarê kirine.”

Rêveberiya Geştyariya Duhokê ragihandiye ku îsal 81 cihên nû yên geştyariyê hatine vekirin, niha nêzîkî 900 cihên geştyariyê û 250 seyrangeh û cihên sirûştî hene.

Duhok ji aliyê hejmara cihên geştyariyê ve parêzgeha herî dewlemend a Herêma Kurdistan û Iraqê ye û 15 hezar cihên razanê ji bo geştyaran hene ku heta dawiya meha Mijdara îsal, 2 milyon û 430 hezar geştyaran serdana Duhokê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin