PeyamaKurd- Dîplomatê Rus Konstantin Gavrilov, şandina guleyên hawanê yên ji aliyê Rojava ve ku ji bo tanqên Leopard 2 dê ji Ukraynayê re bên şandin, wekî provakasyonê pênase kir.
Serokê şanda Rusyayê Konstantin Gavrilov, di hevdîtinên ewlekariya leşkerî û kontrolkirina çekan ên ku li Viyanayê hatin lidarxistin de bang li welatên Rojava kir ku ji bo tanqên Leopard 2, guleyên hawanê yên uranyumê neşînin Ukraynayê.
Konsantin Gavrilov destnîşan kir ku wan dizanibû ku di maşînên zirxî yên Alman Leopard 2 û Bradley û Marder de guleyên zirxî yên uranyumê yên bi navikên uranyumê yên ku wekî li Yugoslavya û Iraqê bên bikaranîn, dê li herêmê bibe sedema qirêjiyê û wiha got,
"Ji bo artêşa giran a NATOyê, alav û guleyên bi vî rengî dikarin radestî Kievê bên kirin. Heger ev gule bên şandin, ev kiryar dê wekî bikaranîna bombeyên navokî yên qirêj li dijî Rusyayê bê nirxandin."
Gavrilov eşkere kir ku li hember hilbijartina bi zanebûn a Berlînê ya ku dîsa bi tanqên Alman êrîşî leşkerên Rusyayê bike, Rusya dê van maşînên şer ji nav bibe û da zanîn ku heger tanqên M1 Abrams ên Amerîkayê bişînin Ukraynayê, dê heman çarenûsê bibînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin