Hakan Fidan ji bo muzakereyên DYA-Îranê diçe Pakistanê

Hakan Fidan ji bo muzakereyên DYA-Îranê diçe Pakistanê

PeyamaKurd – Mehekiye ku şerê navbera Îranê û DYA-Îsraîlê dewam dike û hinek aktorên nûh niha ketine navbera wan da wan li hev bînin.

Pakistan yek ji wan dewletaye ku ketiye navbera her dû terefan. Dê sibê an ku di 29.03.2026an de, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, hemkarê wî yê Erebistana Saûdiyê û Misrê dê li bajarê Pakistanê li Îslamabadê bicivin.

Her 4 wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Erebistana Saûdiyê û Misrê li ser daweta wezîrê karên derve yê Pakistanê Muhammed Îshaq Dar, li Îslamabadê dicivin. Di civînê de wê li ser nexşerêya çareseriya şerê navbera her dû terefan xebatê bikin.

Hakan Fidan ragihand ku çûn û hatina peyamên her dû terefan di ser Pakistanê de dimeşe û behsa rola ‘agahdarkirinê û koordînê’ ya Pakistanê kir. Fidan got:

“Di muzakereyan de gihane astekî an ku herî kêm pêvajo destpêkir. Di ser Pakistanê de peyam diçin û tên. Amerîka vê pêvajoyê di rêya me de dikin û em diaxifin. Di heman wextê de em agahiyan didin hemkarên xwe yên Îranî.”