Hat gotin ku di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de agirbes hat kirin

Hat gotin ku di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de agirbes hat kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê de agirbes çêbûye û heya serokê nû yê DYAyê Donald Trump dest bi wezîfa xwe bike, dê dewam bike.

Çavkaniya gotinê ne diyare lê li gor agahiyên ketine ser çapemeniyê; wê agirbes 60 roj dewam bike heya Trump dets bi wezîfa xwe bike. Trump di 20.01.2025an de tê ser desthilata DYAyê.

Li gor gotinê; wê peymana agirbesê, di 21.11.204an de bê îmzekirin û 60 roj dewam bike. Li gor agirbesê; wê Hîzbûllah hêzên xwe yên çekdar ji başûrê Lubnanê ji sehan 10 km.yan vekişîne û wê Îsraîl ji şerîda başûrê Lubnanê vekişe.

Li gor rêjeyên NY; heya niha ji ber şerê navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê 1 milyon û 400 hezar kes ji ser cîh û warên xwe rabûne û ji 600 hezarî zêdetir kes koçî Sûriyê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin