PeyamaKurd – Şaxê HDPê yê Stenbolê derbarê encamdana hilbijartinên seroktiya şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê de daxuyaniyek weşand.
Rêxistina HDPê ya Stenbolê ji bo dengdana hilbijartinên 31ê Adarê û 23yê Hezîranê spasî li hilbijêrên xwe kir û got, bi hêviya ku encamên ji sindoqan derketine têkoşîna civakî ya demokratîk bipêş bixe û we silav dikin ji 24ê Hezîranê şûnde jî em li ser kar in.
HDPê di daxuyaniya xwe de, operasyonên qirkirina siyasî, qeyûm, qetlîamên Sûr û Cizîrê bi bîr xist û ji bo beşdariya têkoşîna edalet û demokrasiyê spasî li alîgirên HDPê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin