PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, li Tersaneya Newport News bi karkeran re civiya û daxuyaniyên girîng derbarê operasyona Venezuelayê de dan.
Hegseth eşkere kir ku di 3yê Çile roja Şemiyê de, di dema êrîşên asmanî yên li ser Venezuelayê û operasyona girtina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro de, nêzîkî 200 leşkerên Amerîkî ketine paytext Karakasê.
Hegseth got: "Me dît ku sê şev berê nêzîkî 200 Amerîkî çûn navenda paytexta Venezuelayê, Karakasê. Wisa xuya dike ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê pir baş nexebitîn, ne wisa?"
Hegseth di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan li navenda bajarê Karakasê kesekî ku ji aliyê dadweriya Amerîkayê ve dihat lêgerîn (Maduro) girtine û ev yek bêyî ku leşkerekî Amerîkî bimire pêk hatiye.
Hegseth diyar kir ku bi vê operasyonê "hêza tirsandinê" ya Amerîkayê ji nû ve hatiye avakirin û wiha got: "Bi saya rêberiya Serok Trump, cîhan vê yekê dibîne. Ew bi hêza Amerîkayê dihesin."