Hegseth: Tehran peymanê qebûl neke, em amade ne operasyonê bike

Hegseth: Tehran peymanê qebûl neke, em amade ne operasyonê bike

PeyamaKurd - Wezîrê Şer ê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth, îro 30yê Gulanê di çarçoveya "Korbenda Diyaloga Shangri-La" de li Singapurê ragihand ku welatê wî bi temamî amade ye êrîşên ser Îranê nû bike, heke Tehran neyê ser xeta rêkeftineke nû û mercên Washingtonê qebûl neke.

Hegseth bal kişand ser şiyana bilind a artêşa Amerîkayê ya ji bo destpêkirina operasyonên nû û tekez kir ku depoyên wan ên leşkerî, çi li herêma Rojhilata Navîn û çi jî li seranserî cîhanê, di asteke pir baş de ne û ji hewcedariyê zêdetir in.

Wezîrê Pentagonê destnîşan kir ku tevî rageşiya li gel Îranê, Washington pişta xwe nade herêma Asya û Okyanûsa Pasîfîkê û got: "Em dikarin di heman demê de du karên dijwar bikin; em bingeha pîşesaziya xwe ya parastinê bi hêztir dikin û di demeke nêz de hilberîna cebilxaneya me dê bibe du, sê û heta çar qat."