Hevpeymaniya Nêvdewletî: ISID hê jî aktîv e

Hevpeymaniya Nêvdewletî: ISID hê jî aktîv e

PeyamaKurd- Berdevkê hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî İŞİD ê Myles B. Caggins ragihand ku li Iraqê û Sûriyê, İŞİD hê jî çalake û li van deveran rêxistineka xeternake. Berdevkê koalîsyonê ragihandina xwe bi rêya televizyona Kurdistan 24 ê kir. Caggins got ku bi kuştina çend rêvebirên İŞİD ê fikr û ramana tundrew ji holê ranabe. Ya girîng ew e ku fikr û ramanên tundrew ji ortê rabe.

Caggins behsa têkoşîna bi pêşmerge ve li dijî İŞİD ê ku çawa mil dane hev û kirine, kir. Berdevk got ku dê ji niha û bi şûn de nehêlin ku İŞİD serê xwe hilde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin