PeyamaKurd- Li Sûriyê hêzên Beşer Esed li gundê Lahaya yê bi ser bajarê Hamayê ve, bi topan li gund dan û 3 zarokên ku li nava zeviyê dixebitîn kuştin.
Devera ku hêzên rejîmê lê xistiye, di destê muxalifên Sûriyê de ye. Ji bilî 3 zarokên ku kuştine, 2 zarokên din jî birîndar kirine û birîna her dû zarokan xedare.
Ragihandina bûyerê ji aliyê Rêxistina Parastina Sîvîl de hat ragihandin ku di ser hesabê xwe yên medya civakî de kirin.
Di nava hefteya dawiyê de, hêzên rejîmê 13 sîvîlan kuştine û 41 kesan jî birîndar kirine. Deverên ku kuştin û birîndarî lê hatine kirin, ew deverên ku diviya aramî di wan de pêk bihata.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin