Hikûmeta nû ya Fransayê ji parlamentoyê bawerî wergirt

Hikûmeta nû ya Fransayê ji parlamentoyê bawerî wergirt

PeyamaKurd- Hikûmeta nû ya Fransayê di Parlamentoya Fransayê ya ku 577 kursî tê de ne de, çû ber dengdanê. Hikûmeta Serokwezîr Sebastien Lecornu "bi zor û zehmet" ji dengdana baweriyê derbas bû.

Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu, ku 27 roj piştî hatina ser kar îstifa kiribû, lê îstifaya wî ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve nehatibû qebûlkirin û dîsa vegeriyabû ser kar, li ser navê hikûmeta xwe di Civata Neteweyî de dengdana baweriyê pêk anî.

Di dengdanê de, ji 577 parlamenterên meclîsê 271 kesan li dijî hikûmetê deng dan, 306 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Ji ber ku 289 dengên ji bo rûxandina hikûmetê nehatin bidestxistin, hikûmet bi ferqa 18 dengan ji dengdana baweriyê derbas bû. Serokê Partiya Fransa ya Neteweyî (LFI) Jean-Luc Melenchon, ku encama hilbijartinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, encam rexne kir û got, "Macron bi zor xilas bû."

 

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.