Pûtîn: Komîteya hevbeş a Moskow-Şamê dest bi xebatan dike

Pûtîn: Komîteya hevbeş a Moskow-Şamê dest bi xebatan dike

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro 15ê Cotmehê cara yekem li Qesra Kremlinê ya Moskowê pêşwazî li serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û şanda ligel wî wî kir.

Pûtîn got, "Têkiliya Rûsya-Sûriyeyê têkiliya dostane ya zêdetirî 80 salî ye. Rojek ev têkilî ji bo berjewendiyên teng nehat bikaranîn, berevajî ji bo berjewendiyên dualî û ya gelê Sûriyeyê bûn û komîteya hikumetê ya hevbeş a di navbera Moskow û Şamê de wê xebatên xwe di demeke nêz de ji nû ve dest pê bike."

Ehmed Şera jî spasiya Rûsya û serokê wê kir û pesnê têkiliyên dîrokî yên her du welatan kir.

Şera jî got: "Di navbera Sûriye û Rûsyayê de têkiliyên dîrokî yên demdirêj hene. Îro em di Sûriyeya nû de, piştî bûyerên li Sûriyeyê qewimîne, hewl didin Sûriyeya nû ji hemû dewletên cîhanê re binasînin, têkiliyên siyasî û stratejîk bi hemû dewletên herêmî û cîhanê re vegerînin. Bi taybet jî têkiliyên bi Rûsyaya Federal re. Ji ber ku di navbera me de, weke me bi bîr xistiye, têkiliyên dîrokî hene."

Herwiha Şera diyar kir, "Em rêzê ji lihevkirinên berê pêk hatine re digirin, ev dîrokeke mezin e. Em hewl didin têkiliyan vegerînin û bi awayekî cidî xwezaya van têkiliyan nas bikin."

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.