Serok Barzanî ji bo ‘Kolana Pêşmerge’ spasiya gel û hikûmeta Fransayê kir

Serok Barzanî ji bo ‘Kolana Pêşmerge’ spasiya gel û hikûmeta Fransayê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 14ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.

Di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû de, Balyozê Fransayê spasiya Serok Barzanî kir ji ber beşdarbûna wî di merasîma vekirina "Kolana Pêşmerge" de li Parîsê û ev pêngav weke gaveke erênî ji bo kûrkirina peywendiyan bi nav kir.

Durel vekirina kolanê weke "hêmayeke rêz û pêzanîna gelê Fransayê ji bo qurbanîdan û rola berçav a Hêza Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û parastina asayîşa herêmê de" binav kir. Herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo Hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û Şaredariya Parîsê kir ji bo "biryara dîrokî" ya vekirina kolanê li navenda Parîsê û ew weke "sembolek ji bo têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge di oxira azadiyê de" bi nav kir.

Derbarê proseya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Parlamentoya Iraqê de, Serok Barzanî ragihand: "Tevî ku gelek kêmasî di yasaya hilbijartinan a Iraqê de hene û gelek rexneyên me li ser hene, em ê beşdarî hilbijartinan bibin."

Serok Barzanî tekez kir ku divê piştî hilbijartinan hemû aliyên siyasî bi hevre ji bo derxistina yasayeke nû ya ku wekhevî û dadperweriyê misoger bike bixebitin. Herwiha bal kişand ser ku yasaya heyî ya sala 2010'an e û wê demê soz hatibû dayîn ku Madeya 140'ê ya destûrê bê bicihkirin, lê belê ew soz nehatine bicihanîn.

Di hevdîtinê de, pêşhat û guhertinên siyasî yên li herêmê, rewşa Sûriyê û pêngavên proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî hatin axaftin.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.