Öcalan, xwest ku Nêçîrvan Barzanî desteka pêvajoya li Tirkiyê bike

PeyamaKurd – Li gor xebera Amberin Zaman ya Al-Monitorê; hefteya borî serokê PKKê Abdullah Öcalan ji bo serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hefta borî de nameyekî şandiye û raste rast ji Barzanî alîkariyê xwestiye.
Öcalan di namê de gotiye ku encama pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê dewam dike, wê bê guman bandorê li Iraqê û Herêma Kurdistanê bike û gotiye ku armanca wî ew e ku li ser qaîdeyên demokrasiyê çareseriyekî mayîn de çêbibe. Öcalan, ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye:
"Lîdertiya te ji bo pêvajoyê girîngiyekî mezin e.”
Banga Öcalan ket wexta ku dahatûya hevdîtinên ji bo aştiye ketiye astekî ku nezelal e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hefta borî de seredana Ankara kiribû û bi serokkomar Erdoğan û wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtin kiribû.
Rayedarekî ji Herêma Kurdistanê li ser seredana Barzanî ya Ankara ya di 7ê Cotmehê de ji bo Al-Monitorê axifiye ku Barzanî ji Erdoğan re gotiye:
“Ji bo PKK ên li Çiyayê Kurdistanê dagerin Tirkiyê divê bilez ji bo wan qanûnekî derê û Erdoğan di mijarê de dikare erka xwe bikarbîne.”
Nêçîrvan Barzanî berya bi Erdoğan re hevdîtinê bike bi yek rojekî di Foruma MERI de PKKê bi neçûna li pey fermanên Öcalan sûcdar kiribû.
Di nûcê de hat gotin ku deh sale têkiliyên baş di navbera Erdoğan û Barzanî de hene û di çareseriya pirsgirêkên Kurd de Nêçîrvan Barzanî dertê pêş.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




