Nêçîrvan Barzanî: Pêwiste em bi xwurtî herin Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî: Pêwiste em bi xwurtî herin Bexdayê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartina parlementoya Iraqê gelek girînge, di asteka hesas de ye û bang kir ku xelkê Kurdistanê dengan bidin PDKê. Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna danasîna namzedên partiya xwe ya li Erbîlê bû. Barzanî got:

“Pêwiste em PDKê bi xwurtî bişînin parlementoya Iraqê. Divê di mijara parastina Kurd û mafên Kurdan de PDK xwurt be. Partî li ku dibe bila bibe, hebûna wê ewlehiya Kurdistanê ye. Hilbijartin ji bo Kuırdistanê û Iraqê di asteka krîtîk de ye.”

Barzanî got ku hilbijartin ne tenê pêvajoyekî ji rêzê ye û weha dewam kir:

“Van hilbijartinan li Iraqê di fetlanekekî girîng de ye. Berê hukumetekî nû ava bû, destûr hat birêvebirin. Lê paşî Iraq bi bi şerê nav xwe û tehdîda IŞİDê re rû bi rû ma.

Ev pêvajo ji bo partiya me û xelkê Kurdistanê girîng e. Ji bo şehîdên me û Pêşmergeyên me yên qehreman rêz nîşan bidin, divê em bi xwurtî tevî hilbijartinan bibin.”

Nêçîrvan Barzanî her weha behsa hukumeta Iraqê kir ku çawa astengiyê daniye ber mehaneyên karkerên Herêma Kurdistanê û rexne kir û hem behsa ku çawa xelkê Kurdistanê bi sebir tevgeriyaye kir. Barzanî got:

“Eger PDK li Bexdayê xwurt be li Kurdistanê jî xwurt e. Eger qels be li Kurdistanê jî qels e.”

Nêçîrvan Barzanî bangî temamê terefên Kurd kir û got temamê terefan bila li Kurdistanê û Iraqê bibin yek. Li Bexdayê ji bo mafên Kurdistanê divê temamê partiyan bibin yekdeng.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.