Mazlûm Ebdî: Yek ji bendên peymana 10ê Adarê vegera ewle ya koçberan e

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, bi şandeke Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya. Ebdî û şanda koçberan, rewşa koçberên li kampan û navendên bicihbûnê û girîngiya bicihanîna pêdiviyên wan ên sereke gotûbêj kirin.
Herwiha girîngiya piştgiriya hewldanên birêxistinkirina vegera ewle ya bi garantiyên qanûnî ya koçberan li herêmên wan ên resen hat vegotin.
Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku vegera koçberan a li warên wan yek ji armancên pêşîn ên siyasetên HSDê ye û got, yek ji bendên peymana 10ê Adarê vegera ewle ya koçberan e.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê ev bend bi awayekî aktîf were pêkanîn û got: "Mafê vegerê nayê jidestdayîn. Em ê xebata siyasî û meydanî bidomînin ta vegera ewle û bi rûmet ya hemû şêniyan bo herêmên xwe yên resen were mîsogerkirin."
Ebdî anî ziman ku Serêkaniyê jî di nav de, dosyaya herêmên dagirkirî rojeveke sereke ya hevdîtin û danûstandinên ji bo siberoja Sûriyeyê ye.
Ebdî got, fermandariya HSDê ji bo dîtina çareseriyeke giştî û mayînde ji dosyaya koçberan re bi aliyên herêmî û navnteweyî re dixebite û diyar kir, "Vegera koçberan dê bi awayekî rêxistinkirî be. Ne bi awayekî ferdî û an jî bêserûber be. Veger dê bi garantiyên aliyên xwecih û rêxistinên navneteweyî be, da ku senaryoyên berê bi serê sivîlan ve hatine, dûbare nebin."
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku pêdiviya vegera koçberan bi demê re heye ta astengiyên siyasî, ewlehî û îdarî werin çareserkirin û anî ziman ku ji bo dîtina çareseriyekê ku rê li ber vegera bi rêxistinkirî û ewle veke, xebat dewam dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê got, HSDê pêşniyar û nêrînên zelal pêşkêşî Şamê kirin û xwest ku bi cidiyet û bi berpirsyarî nêzî dosyayên koçberên ji hemû deverên Sûriyeyê bibe.
Ebdî da zanîn, domandina xebatên hemahengî û entegeryî yên saziyên leşkerî, ewlehî û rêveberî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hikumeta veguhêz de, dê bandoreke erênî li dosyaya koçberan û siberoja herêmên dagirkirî bike.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




