Di avahiya ku fabrîka tekstîlê tê de ye, 16 kes şewitîn

PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê li bajarê Dakkayê di avahiyekî ku tê de fabrika tekstîlê û hem depoya maddeyên kîmyewî hebûn, şewat derket û 16 kes di şewatê de mirin.
Tîmên îtfaiyê xebata vemirandina agir dewam dikin û dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Li gor rojnama Dhaka Tribune; agir seet di 11.40an de destpêkiriye. Îtfaiye heya niha karibiye xwe bigihîne 16 cesedan lê şewat dewam dike.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




