Trump: Ev berbanga dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû ye

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di axaftina xwe ya li Parlamentoya Îsraîlê Knessetê de, li ser peymana aştiyê ya agirbesta Xezeyê got, "Bi dil û can bawer dikim ku, ev berbanga dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû ye."
Serokê Amerîkayê, li Meclîsa Îsraîlê (Knesset) di civîneke taybet a rûmetê de axivî. Trump, ji aliyê Serokê Meclîsê Amir Ohana ve wek "hevalê herî baş ê Îsraîlê yê heta niha li Qesra Spî" hat nasandin.
Trump got, "Îro, rojeke kêfxweşiyeke mezin û hêviyeke bilind e. Em îro bi baweriyeke nûkirî û berî her tiştî ji bo şikirên xwe pêşkêşî Xwedayê her tiştî, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb bikin, li hev civiyan."
Trump li ser peymana aştiyê ya Xezeyê got: "Çek bêdeng bûn, êdî sîren lênadin û roj di dawiyê de li ser axa pîroz a ku gihîştiye aştiyê, derdikeve. Bi îzna Xwedê, ev herêm dê her û her bibe cihekî ku em ê bi aştî tê de bijîn.
Ev ne tenê dawiya şerekî ye, di heman demê de dawiya serdema teror û mirinê ye jî. Destpêka serdema bawerî, hêvî û Xwedê ye. Bi dil û can bawer dikim ku, ev berbanga dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû ye."
Trump, spasiya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî kir û ew wek kesekî ku "xebitandina pê re qet ne hêsan e" bi nav kir.
Trump, herwiha got ku ew ji hemû welatên Ereb û Misilman ên ku di pêvajoya gihîştina aştiyê li Xezeyê de rol lîstine û di serbestberdana dîlên şer ên di destê Hamasê de bandora wan çêbûye re spasdar e.
Donald Trump bal kişand ser hewldanên di derbarê agirbesta li Xezeyê de û got, "Me tenê di heşt mehan de 8 şer bidawî kirin. Doh min digot 7 lê niha ez dikarim bibêjim 8. Ji ber ku rehîne vegeriyan."
Trump, spasiya wan welatên Ereb û Misilman jî kir ku ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê soz dane ku dê pereyên mezin peyda bikin.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




