Rûsyayê karwana alîkariyê ya NY bombebaran kir

Rûsyayê karwana alîkariyê ya NY bombebaran kir

PeyamaKurd- Berpirsên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê karwaneke alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî bombebaran kir.

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Xerson a Ukraynayê Alexander Prokudin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Dagirkeran bi zanebûn kamyonên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) bi dronan û topan hedef girt."

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andriy Sypiga, êrîş wek "binpêkirineke din a hovane ya qanûnên navneteweyî ku bêrêziya Rûsyayê ya li hember jiyana sivîlan û berpirsyariyên wê yên navneteweyî nîşan dide" pênase kir.

Prokudin wêneyekî kamyoneke spî ya bi logoya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ku agir pê ketiye, belav kir.

Hêj ji aliyê NYyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.