Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin

Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin

PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90emîn de daxuyaniyek belav kir.

Kampanyayê ragihand ku veguhestina girtiyên siyasî yên jin ji girtîgeha Qerçek a ji bo girtîgeha Evîn dewam dike.

Hate gotin ku dema girtî têne veguhestin rûbiruyî tundiyê tên û hate gotin: “Jinên ku dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, niha ji pêdawîstiyên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin û rewşa wan gelek xirabe. Ev yek binpêkirina mafê mirovane.”

Kampanyayê eşkere kir ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Herwiha bang li civaka navnetewî û azadîxwazan hate kirin ku dijî darvekirinen xwedî helwest bin.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.