Nêçîrvan Barzanî: PDK garantiya destkeftiyên gelê Kurdistanê li Bexdayê ye

PeyamaKurd- Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, karnavaa piştgiriya lîsta 275ê ya PDKê îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) li parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin.
Cîgirê Serokê PDKê got ku, gelê Kurd bawernameya avedaniyê daye PDKê û tekez jî kir, xemxûra herî mezin a Kurdistanê PDK ye.
Barzanî diyar kir, “Tiştê ku PDK li Hewlêrê dike kêm nîne, ji bo hemî endam û alîgirên xelkê Herêma Kurdistanê serbilindî ye. Em mizgîniyê didin xelkê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê ku, ew avedaniya ku hatiye kirin li gorî tiştên ku PDK li paşerojê ji bo Herêma Kurdistanê dike ne tiştek e."
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di gotara xwe de diyar kir, “Ev aramî, ewlehî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye, çavkaniya wê hizir, raman û serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.”
Di derheqa girîngiya pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de got: “Çareserkirina pirsgirêkan û pêvajoya siyasî li Iraqê bi rêya sindoqên dengdanê tê kirin, ji ber vê yekê jî di roja dengdanê de divê em biçin ser sindoqan û lîsta 275ê bi ser bixin.”
Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêşî dengdêrên PDKê kir û got: “Dema ku hûn diçin dengdanê, ji her kesî re bibêjin ku nasnameya PDKê Kurdistanî ye û xebata wê jî avedanî ye. Rêbaza wê partiyê jî aştî û pêkvejiyan e.”
Di berdewamê de Nêçîrvan Barzanî got: “Divê neyê jibîrkirin ku, PDK garantiya destkeftiyên gelê Kurdistanê li Bexdayê ye. Ger PDK li Bexdayê bihêz be, Kurdistan dê li wî bajarî bihêz be.”
Nêçîrvan Barzanî bang li hemî partiyên Kurdistanî kir: “Hûn hemî li Bexdayê yekrêz û yekhelwest bin, da ku mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bi dest bixin.”
Hêjayî gotinê ye bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê li sibeha roja Şemiyê 8ê Mijdarê bi dawî bibe û 11ê Mijdarê jî dengdan tê kirin.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




