Serok Barzanî pêşwazî li serokê berê yê CIAyê kir: Herî dawî li eniya Sihêla hev dîtibûn

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 13ê Cotmehê pêşwazî li Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) General David Petraeus kir.
Hate ragihandin ku di destpêka hevdîtinê de, General David Petraeus kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî anî ziman û bi bîr xist ku cara dawî di sala 2016an de li eniyên şer ên Sihêla Serok Barzanî dîtibû.
Petraeus pesnê rola berbiçav a Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da, ku ji bo parastina seqamgîrî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê, û ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û pêkvejiyanê, rûbirûyî wan grûp û rêxistinên terorîst bûne ku piştî sala 2003an li Iraqê serî hildabûn û bûbûn gefeke rastîn li ser tevahiya herêmê û cîhanê.
Serok Barzanî bi xêrhatina General Petraeus kir û spasiya hêzên hevpeymanan û Amerîkayê kir ku roleke berbiçav di proseya azadkirina Iraqê ji dîktatoriyê de lîstine û piştgiriya wan ji bo Hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di rûbirûbûna terorê de bilind nirxand.
Derbarê proseya siyasî ya Iraqê de, Serok Barzanî tekezî li ser bicihkirina bendên destûra daîmî ya Iraqê kir û got ku ev yek "çareseriya yekcarî ye ji bo rizgarkirina Iraqê ji wan tengasiyên siyasî yên ku tê de ye." Herwiha hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî bi hev re li çareseriyê bigerin û "dest ji tolhildan û kîn û nefreta li hember hev berdin."
Serok Barzanî pêşnivîsa yasaya petrol û gazê ya sala 2007an weke mînak anî ziman û got ku eger wê demê bihata pesendkirin û bicihkirin, niha ti pirsgirêkeke yasayî derbarê petrol û gazê de nedima. Herwiha rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya derbarê petrol û gazê de bi erênî nirxand û hêvî kir ku ev bibe bingehek ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.
Di dawiya hevdîtinê de, rewşa siyasî û guhertinên li herêmê bi giştî, rewşa Sûriyeyê û pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




