Çapemeniya Îsraîle: Wê deriyê Rafahê venebe

Çapemeniya Îsraîle: Wê deriyê Rafahê venebe

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku wê deriyê Rafahê venebe û sedem jî ji ber Hamasê teslîmkirina cenazên miriyên Îsraîlê dereng xistiye nîşan da. Deriyê Rafahê di navbera Îsraîlê û Misrê de ye ku herkes di wir de diçe û tê.

Li gor ragihandina rojnama Îsraîlê ya bi navê Times Of Israelê; peymana agirbesa navbera her dû terefan dibêje ku divê derî vebe. Bi sedema ciyê cesedên Îsraîliyan ne diyare, Hamasê teslimatê dereng dixîne û li hemberê wê jî Îsraîl deriyê Rafahê venake û givaşê datîne ser Hamasê. Di çarçova givaşan de wê Îsraîl sînor deyne ser alîkariyên diçin Xezzayê.

Hamasê heya niha 4 cesedên Îsraîlê teslîmê Xaça Sor ya navdewletî kiriye.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.