Netanyahû: Ti serokê Amerîkayê ji bo Îsraîlê bi qasî Trump tişt nekirine

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got, "Ti serokekî DYAyê ji bo Îsraîlê jê zêdetir tişt nekiriye."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, li Meclîsa Îsraîlê (Knesset) di civîneke taybet a ji bo rûmeta Serokê Amerîkayê Donald Trump de axivî.
Netanyahu bi spasiya Trump dest bi axaftina xwe kir ku Quds wek paytexta Îsraîlê qebûl kiriye, piştevaniya Peymanên Îbrahîm dike, mafê Îsraîlê li ser Girên Golan ên Sûriyê nas dike û ji ber Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê ya ku Amerîkayê êrîşî dezgehên nukleerî yên Îranê kir.
Netanyahu, Trump wek hevalê Îsraîlê yê herî mezin li Qesra Spî bi nav kir û got, "Ti serokekî Amerîkayê ji bo Îsraîlê jê zêdetir tişt nekiriye."
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




