Hêzên Îsraîlê li Sûriyê bendeke nû ya kontrolê danî

Hêzên Îsraîlê li Sûriyê bendeke nû ya kontrolê danî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li xaçerêya gundê Ofaniyayê yê bajarê Quneytra ya Sûriyê bendeke nû ya kontrolê danî.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li xaçerêya gundê Ofaniyayê yê Quneytrayê, bendeke kontrolê danî, otomobîl û rêwî rawestandin û lêgerîn pêk anîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 11ê Cotmehê jî hêzên Îsraîlê li ser Rêya Tablînê di navbera bajarokên Maallaqa û Saidayê yên Quneytrayê de bendeke kontrolê ya demkî danîbû û nasnameyên rêwiyan kontrol kiribûn.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.