6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan

PeyamaKurd – 30 sale 6 girtiyên di zîndanê de bûn û herî dawiyê di zîndana Bolu ya tîpa F de bûn, serbest hatin berdan. Her 6 zîndanî berê jî çend caran daxwaza serbest berdana xwe kiribûn lê daxwaza wan hatibû red kirin.
Di encamê de heyeta çavdêriyê û hem ya rêvebirina zîndanê civiya û biryara berdana her 6 kesan da. Heyet berê 7 cara berdana Deniz Öztürk, Halil Dağ û Şehap Elbasan red kiribû. 5 cara serbest berdana Suat Gökalp, 2 cara ya Muhammed İsmail û Murat Çetinkaya red kiribû.
Hat gotin ku Muhammed İsmail piştî berdanê, ew şandine Navenda Paş de Dagerandinê ya bajarê Boluyê û dê ew bişînin Sûriyê.
Heyet nehişt ku Metin Dalan û Aydın Yüce serbest bên berdan û ji bo wan bahaneyan dan pêş.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




