Pileyên zêdetirî 8 hezar Pêşmergeyan hate bilindkirin

Pileyên zêdetirî 8 hezar Pêşmergeyan hate bilindkirin

PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 15ê Cotmehê ragihand: “Di xişteyê meha borî de, pileyên zêdetirî heşt hezar Pêşmergeyan hatine bilindkirin.”

Wezaretê diyar kir, “Dabînkirina mafên Pêşmergeyan û baştirkirina jîn û jiyara wan ji karên pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ne.”

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, “Di xişteya meha Îlona 2025ê de, pileyên heşt hezar û 721 Pêşmerge û piledarên Wezareta Pêşmerge hatin bilindkirin.”

Wezaretê da zanîn, “Dabînkirina mafên Pêşmergeyan û baştirkirina jîn û jiyara wan ji karên pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan û pêvajoya reformê ne.”

Hate gotin: “Hemû bizav dê di vî warî de berdewam bin, da ku pileyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di demên xwe yên qanûnî û îdarî de bên bilindkirin.”

Wezareta Pêşmerge daxwaz kir ku, divê Pêşmerge li beranberî bilindkirina pileyên xwe wekî her gav di erkê parastina ax, sînor û gelê Kurdistanê û bicihanîna dîsîplîna leşkerî ya nûjen de berdewam bin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.