Wezareta tenduristiyê ya Xezzayê: Îsraîl 45 cenazên Fîlîstîniyan teslîm kir

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Xezzayê ragihan dku di çarçova peyaman agirbesê de Îsraîl 45 cenazên Fîlîstîniyan teslîm kiriye û wezaret cenazeyan teslîm sitendiye. Wezaretê got ku di nav 2 rojan de 90 cenazeyan teslîm sitendine.
Wezaretê agahiyê di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand. Wezaretê got:
“Di rêya tîmên Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) de, cenazên 45 Fîlîstîniyan teslîm hatiye sitendin. 2 roj berê jî 45 cenaze teslîm hat sitendin. Ji bo tesbîta nasnameyên cenzeyan û lêkolînên tenduristiyê dê xebat bên kirin.”
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




