Rûsya: Radestkirina Esed ne mimkun e, wê bibe mijara tolhildanê

Rûsya: Radestkirina Esed ne mimkun e, wê bibe mijara tolhildanê

PeyamaKurd- Cîgirê Yekem ê Serokê Komîteya Karûbarên Dewletê ya Parlamentoya Rûsyayê (Duma) Dmitry Novikov ragihand, radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed bo rayedarên nû yên Şamê ecêb û ne mimkun e û bibe mijara tolhildanê.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera doh 16ê Cotmehê a bi serdaneke fermî gihîşt Moskowê û di hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, daxwaza radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed kir, ku par piştî bûyerên Sûriyeyê û hilweşîna rejîma Beasê ji aliyê Rûsyayê ve hatibû hewandin.

Cîgirê Yekem ê Serokê Komîteya Karûbarên Dewletê ya Encûmena Dumayê Dmitry Novikov ji Ajansa Lintayê ya Nûçeyan re ragihand: "Ne mimkun e ku Esed radestî hikûmeta niha ya Sûriyeyê bê kirin."

Herwihgo got: “Esed berê serokê hilbijartî yê Sûriyeyê bû, vegera wî niha ne tiştekê baş e ji ber ku dê bibe mijara tolhildanê.”

Parlamentoya Rûsyayê jî ragihand: “Berî niha çend kesatiyên din ên welatên cuda cuda ji aliyê Hikûmeta Rûsyayê ve hatine hewandin. Ji bo nimûne Serokê Ukraynayê yê berê Viktor Yanukovych.”

Parlamentoyê diyar kir: "Eger Rûsya wê daxwaza Sûriyeyê qebûl bike, ew dê mafên mirovan binpê bike, lewma bi tu rengan destûr nayê dayîn ku Hikûmeta Rûsyayê vê yekê bi kesên ku li nav axa Rûsyayê mane bike."

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.