Trump wê berî hevdîtina bi Zelenskiy re bi Pûtîn re bipeyive

PeyamaKurd- Medya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro berî hevdîtina ku wê sibe bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re li Qesra Spî pêk bîne, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re jî bi telefonê biaxive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, wê sibe 17ê Cotmehê li Qesra Spî bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re bicive.
Medya Amerîkî ragihand ku Trump wê berî hevdîtina bi Zelenskiy re, îro jî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re bi rêya telefonê biaxive. Qesra Spî derbarê vê mijarê de hîn ti daxuyanî nedaye.
Li gorî medya Amerîkî tê çaverêkirin ku Trump û Zelenskiy di hevdîtina li Qesra Spî de, îhtîmala firotina moşekên menzîl-dirêj ên Tomahawk ji Ukraynayê re gotûbêj bikin. Hate îdiakirin ku Trump dikare di axaftina xwe ya bi Pûtîn re, moşekên Tomahawk wekî qertek bikar bîne da ku danûstandinên aştiyê yên cidî di navbera Rûsya û Ukraynayê de bide destpêkirin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




