Şera li Moskowê bi Pûtîn re civiya: Baregehên leşkerî û radestkirina Esed di rojevê de ne

Şera li Moskowê bi Pûtîn re civiya: Baregehên leşkerî û radestkirina Esed di rojevê de ne

PeyamaKurd – Serokê Demkî yê Sûriyê, Ehmed Şera, di çarçoveya serdaneke fermî de li paytexta Rûsya Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civiya. Ev yekem serdana Şera ya ji bo Rûsyayê ye piştî ku di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de dest bi kar kiribû. Di hevdîtinê de mijarên girîng ên weke paşeroja baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê û daxwaza radestkirina serokê berê Beşar Esed hatin gotûbêjkirin.

Di serdanê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî û Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra jî amade bûn. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov ragihand ku di hevdîtina Pûtîn û Şera de wê li ser çarenûsa baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyê were sekinandin.

Li gorî agahiyên ku karbidestekî Sûrî daye ajansa Reutersê, di hevdîtinan de wê bi taybetî li ser baregeha deryayî ya Rûsyayê ya li Tertûsê û baregeha hewayî ya Himeymîmê gotûbêj bêne kirin.

Mijareke din a sereke ya di rojeva civînê de, daxwaza radestkirina serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed bû. Karbidestekî Sûrî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji ajansa AFPyê re diyar kir ku Şera dê ji Pûtîn daxwaz bike ku hemû kesên li Rûsyayê ne û tawanên şer kirine, bi taybetî Beşar Esed, radestî Sûriyê bike.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, armanca serdanê weke "ji nû ve birêxistinkirina têkiliyên dualî" û "lêkolîna derfetên hevkariya siyasî û aborî" hatiye pênasekirin.

Beriya vê serdanê, di 9ê Îlonê de, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak serdana Sûriyê kiribû û di warên weke enerjî û alîkariyên mirovî de hevkariya di navbera her du welatan de hatibû nîqaşkirin.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.