Namzedekî parlementoyê li Iraqê di otomobîla xwe de hat kuştin

Namzedekî parlementoyê li Iraqê di otomobîla xwe de hat kuştin

PeyamaKurd – Sefa Meşhedanî, namzetekî parlementoyê yê Hevpeymaniya Siyade, li Bexdayê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniyek endamên Hevpeymaniya Siyade, Sefa Meşhedanî, endamê Encumena Parêzgeha Bexdayê û namzetekî hilbijartinê, roja Çarşemê 15ê Cotmeha 2025an hat kuştin.

Li gorî agahiyan, namzetê parlementoyê Sefa Meşhedanî îro sibê dema ku bombeyek di otomobîla wî de hatibû çandin teqiya, hat kuştin.

Dîmenên kêliya teqîna wesayîtê derketine holê. Dîmen kêliya teqînê nîşan didin.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.