Nakokî li ser Deriyê Refehê: Îsraîlê biryara vekirinê rawestand

PeyamaKurd – Îro, 15ê Cotmeha 2025an, rewşeke nezelal li ser vekirina Deriyê Sînor ê Refehê yê Xezeyê çêbû. Tevî ku di destpêkê de medyaya Îsraîlê ragihand ku piştî radestkirina cenazeyên 4 rehîneyan ji aliyê Hemasê ve dê derî vebe, hikûmeta Îsraîlê paşê daxuyaniyeke berevajî da û ragihand ku derî dê girtî bimîne.
Îsraîl sedema vê biryarê wek derengketina Hwmasê di radestkirina cenazeyên hemû rehîneyên Îsraîlî de nîşan da. Ev gav di demekê de tê ku Hemasê şeva borî di çarçoveya peymana agirbestê de cenazeyên çar rehîneyên din radestî Xaça Sor kiribûn. Bi vê yekê, heta niha cenazeyên 8 ji 28 rehîneyên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, hatine vegerandin.
Di peymana di navbera aliyan de hatibû qebûlkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê, dibe ku dîtina hemû cenazeyan zehmet be. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, komîteyeke navneteweyî bi beşdariya Tirkiye, Qeter, Misir û DYEyê hatiye avakirin da ku alîkariyê di pêvajoya lêgerînê de ke.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




