Erdoğan: Seha bajarê Eskişehirê di dinyayê de duyem seha elementên nadîde ye

Erdoğan: Seha bajarê Eskişehirê di dinyayê de duyem seha elementên nadîde ye

PeyamaKurd – Piştî civîna kabînê ya hukumeta Tirkiyê serokkomar Erdoğan got ku seha Eskişehirê ya navça Beylikovası tê de keşfa elementên nadîde kirine û di dinyayê de seha duyeme. Erdoğan got:

“Di seha xebatê de elementên nadîde yên hatine keşfê barît, florit û yên din hene. Bi temamî 694 milyon ton element hene. Li seranserê dinyayê seha duyeme.”

Erdoğan her weha li ser sehayên enerjiyê jî ragihandina xwe kir û got:

“…Di seha gazê ya Sakarya de niha em pêdiviya 4 milyon xaniyan gaza xwezayî bi dest dixin. Wê ev jimare di sala 2026an debibe 8 milyon xane û di sala 2028an de bigihê 16 milyon xaneyî. Li Akkuyu jî wê di nêz de hilberîna elektrîkê çêbibe…”

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.