Grûba Volkswagenê di bazara dinyayê de firotina otomobîlên elektrîkê zêdetir kir

Grûba Volkswagenê di bazara dinyayê de firotina otomobîlên elektrîkê zêdetir kir

PeyamaKurd – Firotina otomobîlên bi elektrîkê dixebitin yên grûba Volkswagenê di 9 mehên dawiyê de, di bazara dinyayê ya otomotîvê de zêdetir bûn.

Grûba Volkswagenê bi markayên Audi, Bugatti, Seat, Skoda û Porsche bi nav û denge. Grûbê, rêjeya firotina wan ya di navbera serê salê heya meha 9an ya sala 2025an ragihand. Li gor heman wexta sala berê, rêjeya firotinê %1,2 zêdetir kir û jimara wan giha 6 milyon 524 hezar û 400 heban.

Jimara marka bingehîn ya Volkswagenê %2,8 zêde kir û jimara firotiyên markê giha 3 milyon 492 hezar û 500 hebî.

Teslîmatên otomobîlên bi elektrîkê dixebitin di dewra sala borî ya heman çaxê de %42 zêde kir û jimara wan gihaye 717 hezar û 500an. Tevî markayên Çînê erzantirin jî dikare bi markayên Çînê re reqabetê bike û her diçe zêdetir dibe.

Tenê di bazara Çînê de jimara firotina otomobîlên Grûba Volkswagenê %4 daketiye û daketiye 1 milyon û 974 hezarî. Bihayê otomobîlên Çînê ji ber erzane, di bazarê de zorê dide grûbê.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.