Piştî biryara Trump, bazara dijital ya pera, di şevekî de 550 milyar dolar zerar kir

Piştî biryara Trump, bazara dijital ya pera, di şevekî de 550 milyar dolar zerar kir

PeyamaKurd – Li DYAyê di bazara kriptoytê de di yek şevekî de qiymeta pereyên di krîptoyê de yên baskê binê wê %90 ket. Sedem jî piştî Trump baca gumrikê %100 danî ser berhemên Çînê, bazara krîptoyê serobino bû.

Bazara Bitcoinê daket 110 hezar dolarî an jî binê wê. Li gor şîrketa analîzê ya bi navê Coinmarketcapê, Bitcoin jî di nav wan de bazara kripto ya kureyî di nav 24 seetan de %10,32 daket û hecma wê bû 3 trilyon û 700 milyar dolar.

Piştî rafgihandina Trump, berê bihayê Bitcoinê 122 hezar dolar zêdetir bû. Di rêza duyem de Ethereum hebû ku bihayê wê %13 daket û bû 3 hezar û 760 dolar.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.