Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê amadekariyên serdana Macron û têkiliyên bi Bexdayê re gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê, Patrick Durel, kir. Di civînê de ku amadekariyên serdana çaverêkirî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bo herêmê di meha Kanûnê de di rojevê de bû, herweha têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî berfireh hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê kir ji bo avakirina têkiliyeke saxlem û hevbeş bi hikûmeta federal re. Barzanî got, "Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtina li mafên me yên destûrî û parastina statuya federal a Herêma Kurdistanê, têkiliyeke herî baş bi Bexdayê re deynin." Wî herweha bal kişand ser girigiya misogerkirina para budceya Herêmê di budceya giştî ya Iraqê de.
Herdu aliyan hêvî xwestin ku rêkeftina nû ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bibe derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Ji aliyê xwe ve, Balyoz Durel pesnê reformên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kirine da û eleqeya hikûmetê bi projeyên jîngehparêziyê re bilind nirxand.
Mijareke sereke ya civînê, serdana payebilind a Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bû, ku biryar e di meha Kanûna Pêşîn a îsal de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Herdu aliyan li ser giringiya vê serdanê ji bo bihêzkirina têkiliyên dualî û piştgiriya Fransayê ji bo aramî û seqamgiriya herêmê axivîn.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




