Krîza di CHPyê de: Rêveberiya Dêrsimê li dijî desttêwerdanê xwe di avahiya partiyê de girt

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, krîzeke siyasî ya kûr di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de derket, piştî ku Serokê bajêr ê CHPyê Kemal Ozcan û endamên rêveberiya wî ragihandin ku wan xwe di avahiya partiyê de kilît kirine. Ev pêngav wekî protestoyekê li dijî desttêwerdanên Parlamenterê berê yê Dêrsimê, Polat Şaroglû tê dîtin.
Kemal Ozcan îdia kir ku Polat Şaroglû bi awayekî sîstematîk partiyê ji nav de parçe dike, endaman li dijî hev radike û bi tayînkirina kesên nêzîkî xwe li navçeyên Pertag û Pilûrê, desthilatê monopolîze dike. Ozcan ev kiryar wek "tayînkirina qeyûman" bi nav kir û got, "Ma em li dijî qeyûman derneketibûn? Çawa dibe ku em vê yekê di nav partiya xwe de qebûl bikin?"
Rêveberiya parêzgehê herweha navenda giştî ya CHPyê bi bêdengiyê tawanbar dike û dibêje ku tevî gilî û gazincên wan, Serokê Giştî Ozgur Ozel û rêveberên din guh nedane pirsgirêkan û piştgirî dane kiryarên Şaroglû.
Ozcan û tîma wî daxuyandin ku heta navenda giştî ya partiyê guh nede daxwazên wan û dawî li van desttêerdanan neyîne, ew ê çalakiya xwe bidomînin û ji avahiyê dernekevin.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




