Helwesta Ocalan a derbarê Herêma Kurdistanê de guherî: Daxwaza alîkariyê ji Nêçîrvan Barzanî hat kirin

Helwesta Ocalan a derbarê Herêma Kurdistanê de guherî: Daxwaza alîkariyê ji Nêçîrvan Barzanî hat kirin

PeyamaKurd – Li gorî Rêveberê Navenda Lêkolînên Rawestê, Roj Girasun, di helwêsta Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û PKKyê de derbarê rola Herêma Kurdistanê de guherîneke berbiçav çêbûye. Girasun diyar kir, "PKK û Ocalan heta niha nedixwestin rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî mezin be, lê xuya ye ku nerîna wan guheriye."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku malpera Al-Monitorê ragihandibû ku Abdullah Ocalan rasterast ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê kiriye.

Roj Girasun, di beşdariya xwe ya di bultena Rûdaw TVyê de, ev mijar nirxand û da zanîn ku giringiya vê pêngavê bi geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, her çend hîn ne diyar e ku name kengê û bi çi awayî gihîştiye Serok Barzanî.

Girasun bal kişand ser rola taybet a Serok Nêçîrvan Barzanî di vê pêvajoyê de û got ku Ocalan haydar e ku kesên karibin însiyatîfên şexsî werbigirin û rêyên girtî vekin kêm in. Girasun got, "Yek ji wan kesên sereke jî Nêçîrvan Barzanî ye. Ez bawer im ku Tirkiye, Enqere, Qendîl û Îmralî jî vê rastiyê dibînin."

Herweha, Girasun tekezî li ser pêwendiyên xurt ên di navbera Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de kir û weha pê de çû:

"Tenê Nêçîrvan Barzanî dikare bi hemû aliyan re biaxive."

Li gorî Girasun, Ocalan dizane ku Nêçîrvan Barzanî ew kesayet e ku dikare deriyên girtî veke û bi PKK, Ehmed Şera, Mezlûm Ebdî û Recep Tayyîp Erdogan re diyalogê dane.

Rêveberê Lêkolînên Rawestê destnîşan kir ku berê ne Ocalan û ne jî PKKyê dixwest ku Herêma Kurdistanê roleke serekî di çareseriyê de bilîze, lê niha ev nêrîn guheriye û ew dixwazin Herêma Kurdistanê rasterast beşdarî pêvajoyê bibe.

Di dawiyê de, Girasun amaje bi wê yekê jî kir ku di helwesta Tirkiyeyê de jî nermbûnek heye û Enqere niha "baştir guh dide pêşniyarên otonomiya fiîlî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê."

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.