Hikûmeta Kurdistanê: 3 milyon bermîl petrola Kurdistanê li bazara cîhanê hate firotin

PeyamaKurd- Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 15ê Cotmehê civiya. Kabîneya Kurdistanê di civînê de biryar da ku, dahatên negirêdayî petrolê bişîne Bexdayê û ji hikûmeta federal jî xwest ku mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê xerc bike.
Herwiha hate ragihandin ku, sê milyon bermîlên petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê şîrketa SOMOyê ve li sûka cîhanî hatine firotin.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) civiya.”
Encûmena Wezîrên eşkere jî kir: “Di destpêka wê civînê de, ji ber destpêkirina kampanyaya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê, Serokwezîr daxwaz kir ku kampanyayeka şaristanî û di çarçoveya rêzgirtina ji bo qanûn û rênimayan de bê kirin. Serokwezîr ji bo hemî kesên ku dê bibin nûnerên rastîn ên gelê Kurdistanê û mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê biparêzin serkeftin xwest.”
Di wê ragihandinê de hatiye: “Mijara sereke ya wê civînê girêdayî nirxandina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê piştî bicîhanîna peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û herwesa şopandina Encûmena Wezîran ji bo pêngavên xerckirina mûçeyên herdu mehên Tebax û Îlonê û mehên din ên sala 2025ê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê bû.”
Ji bo dabînkirina mûçe û Mafên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê û garantîkirina pêşkêşkirina xizmetkariyên bingehên, Encûmena Wezîran çend rasparde û pêşniyar pejirandina û Wezareta Darayî erkdar kir ku rênimayên pêdivî derxe da ku bicihanîna wan hêsan bike, wekî bicihanîna erkên Herêma Kurdistanê ji bo şandina pişka xezîneya federal ji dahata negirêdayî petrolê û dana pêşneyê ji bo vê mijarê berî hemî xerciyan, da ku Wezareta Darayî çi tiştekî ji bo neşandina mûçeyên Tebax û Îlonê û mehên piştî wê jî neke hincet, ku em di meha Cotmehê de ne û mûçexurên Herêma Kurdistanê hîn mûçeyên mehên Tebax û Îlonê wernegirtiye.
Encumena Wezîran bang li hikûmeta federal kir ku, Wezareta Darayî ya Federal erkdar bike ku mûçeyên Herêma Kurdistanê xerc bike, xasma ji ber ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wekalet got ku peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pir baş û bê kêmûkasî hatiye bicihanîn û zêdetirî sê milyon bermîlên petrola Herêma Kurdistanê li sûka cîhanî ji aliyê şîrketa SOMOyê ve hatine firotin û dahata wê jî ji bo Wezareta Darayî ya Federal vegeriyaye.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




