Encûmena Wezîran ji bo pirsa mûçeyan dicive

Encûmena Wezîran ji bo pirsa mûçeyan dicive

PeyamaKurd – Îro Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî li dar dixe.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de dê encamên pêdaçûn û nirxandina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bên pêşkêşkirin. Ev nirxandin li ser raspardeya civîna borî ya Encûmena Wezîran a ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ve hatiye amadekirin.

Herweha di civînê de, dê li ser pêngavên pêwîst ji bo xerckirina mûçeyên mehên sala 2025an gotûbêj bên kirin.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.