PeyamaKurd – Berpirsên hikûmeta Ukraynayê dane xuyakirin ku piştî vekişîna hêzên Rûsî ji bajarên mezin ên li nêzî paytext Kîevê, wan dîsa tevahiya herêma Kîevê kontrol kir.
Cîgira Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Gana Maliar eşkere kir, Ukraynayê piştî vekişîna hêzên Rûsî ji bajarên mezin ên nêzîkî Kîevê, kontrola tevahiya herêma Kîevê bi dest xistiye.
Maliar li ser medya civakî ragihand: “Erbîn, Bucha, Gostomel û tevahiya herêma Kîevê ji dagirkeran hatin rizgarkirin.”
Ukraynayê piştrast kir ku hêzên Rûsî bilez ji herêmên Kîev û Çernîhiv yên li bakurê welêt vedikişin daku êrîşên mezin li herêmên rojhilat û başûr pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin