Hindistan bang kir welatiyên xwe yên li Îranê kir ku 48 seet li ciyê xwe bimînin

Hindistan bang kir welatiyên xwe yên li Îranê kir ku 48 seet li ciyê xwe bimînin

PeyamaKurd – Dewleta Hindistanê ji welatiyên xwe yên li Tehranê xwest ku heya 48 seetan ji ciyên xwe nelivin. Sedem jî ji ber tehdîda DYAyê ku dibe êrîşên tund dibe ser Îranê.

Balyozxana Hindistanê ya Tehranê di ser hesabê xwe yê Xê de, ji welatiyên xwe yên li Tehranê xwest ku xwe ji tesîsên elektrîkê, tesîsên leşkerî û ji qatên apartmanên bilind dûr bisekinin.