Hizbullah: Peyman îlana fermî ya têkçûna DYA û Îsraîlê ye

Hizbullah: Peyman îlana fermî ya têkçûna DYA û Îsraîlê ye

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, Peymana Mutabakatê ya ku di navbera Îran û Amerîkayê de hat îmzekirin daxuyaniyên tund dan û got: "Ev mutabakatname, îlana fermî ya binketin û têkçûna Amerîka û Îsraîlê ye."

Naîm Qasim, bi helkefta Roja Aşûrayê axaftinek pêşkêş kir û ragihand ku divê Îsraîl bêyî tu şert û mercan ji axa Lubnanê vekişe.

 Qasim bal kişand ser hincetên Tel Avîvê yên ji bo şer û diyar kir ku sedema hebûna Îsraîlê ya li Lubnanê ne Hizbullah e; Îsraîl ji ber ku dixwaze Lubnanê dagir bike û bixe bin kontrola xwe, li vir e.

Qasim li ser lihevkirina herî dawî ya herême weha axivî: "Îranê karî berxwedaneke mezin nîşan bide û vê Peymana Mutabakatê îmze bike. Ev belge, îlana fermî ya têkçûna DYA û Îsraîlê ye."

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê li ser hevsengiyên siyasî û serbazî yên li Lubnanê ev xal destnîşan kirin:

 Me projeya hevpar a Îsraîl û Amerîkayê xera kir û em ketine qonaxeke nû. Eger hikûmeta Lubnanê ji bo parastina serweriya welat tevbigerê, Hizbullah dê li gel hikûmetê cih bigire.

Qasim bang li aliyên siyasî kir û got: "Li dijî dijmin hêzen xwe bikin yek, dev ji bicîkirina ferzkerî û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê berdin."

Hizbullahê di vê pirosesyê de bi  berfirehî tevgeriya, lê ev ne nîşana qelsiyê ye, beşek ji stratejiya me ye. Rêya serkeftinê di berxwedanê re derbas dibe.

Naîm Qasim bi tundî li dijî daxwazên bêçekkirina herêma li bakurê Çemê Lîtanî derket û weha dawî li axaftina xwe anî: "Mijara çekan, tenê piştî vekişîna bi temamî û bêşert a Îsraîlê dikare di navxweyî ya Lubnanê de were gotûbêjkirin.

Me ev êrişa ku armanca wê tunekirina me bû rawestand. Berxwedan, encama dagirkeriya Îsraîlê bixwe ye."