Holandayê du yasayên sînordarkirina penaberan pejirand

Holandayê du yasayên sînordarkirina penaberan pejirand

PeyamaKurd-  Parlamentoya Holendayê ragihand ku wan derbarê penaberên li welatê xwe 2 yasa pesend kirine û ev yasa beşek in ji hewlên wan ên ji bo sînordarkirina hejmara koçberan.

Medyaya Holandayê belav kir ku parlamentoyê du yasayên taybet bi penaxwaz û koçberan pesend kirine û pêwîst e ku ji aliyê Encûmena Pîran ve jî bên erêkirin da ku bikevin warê bicihanînê.

Ragihandina Parlamentoya Holandayê ragihand ku yasaya yekem bi sîstema du welatîbûnê û ya din jî bi yekgirtina malbatan ve girêdayî ye.

Li gorî naveroka wan guhertinan, eger yasa bên pesendkirin, dê mafê mayîna demkî ji bo penaxwazan ji pênc salan ji bo sê salan were kêmkirin, mercên ji bo yekgirtina malbatan dê girantir bibin û her kesê ku alîkariya koçber an penaxwazekî bike, dê wekî tohmetbar lêpirsîn li ser bê kirin.

Yasaya derbarê sîstema du welatîbûnê de bi 95 dengan li hemberî 55 dengan û ya din jî bi 94 dengan li hemberî 56 dengan hatiye pesendkirin.

Pêşniyaryasa ji aliyê çar partiyên ku hikûmeta Holandayê pêk tînin û bi serokatiya Partiya ji bo Azadiyê (PVV) ya Geert Wilders ve hatibû pêşkêşkirin.

Partiya Demokrat a Xiristiyan a opozîsyonê ji ber ku di yasayê de alîkariya koçber û penaberan wekî tawan tê dîtin, xwe ji piştgiriya pêşniyaryasayê vekişandiye ku PVV partiyeke rastgir a tundrev û li dijî koçberan e.

Li gorî amarên Xaça Sor a Holandayê, nêzîkî 23 hezar heta 58 hezar koçber û penaxwaz li Holandayê hene.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.