Rûsya, yekem dewlete ku revebiriya Afganistanê bi fermî nas kir

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê yê Vladimir Putin, Zamir Kabulov ragihand ku rêvebiriya Afganistanê ya ku di 15e Tebaxa 2021an de hat ser îdara Afganistanê, bi fermî naskiriye.
Nûnerê taybet yê yê Rûsya yê ji bo Afganistanê Zamir Kabulov, ji bo ajansa xebera ya Rûsyayê RİAyê li ser Afganistanê daxwuyaniyê da. Li ser pirsa ku Rûsya bi fermî rêvebiriya Afganistanê naskiriye an nekiriye, Kabulov got:
“Belê, naskir.”
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê; cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Andrey Rudenko bi, balyozê Afganistanê yê ku nû tayînkirine bo Moskovayê bi Gul hasan re hevdîtin kiriye. Hasan kopya nameya baweriyê teslîmê Rudenkjo kiriye.
Li aliyê dinê wezareta karên derve ya demkî ya Afiganistanê daxwuyanî daye û tê de got ku balyozê nû yê Rûsyayê yê Kabîlê Dimitry Zahirnov nameya xwe ya baweriyê pêşkêşî wekîlê wezîrê karên derve yê Afganistanê Emirxan Muttaki kiriye û hukumeta Rûsyayê bi fermî biryara naskirina rêvebiriya Afganistanê daye.
Bi vê kiryarê Rûsya bû dewleta yekem ku rêvebiriya Afganistanê nas kiriye.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




