Rojhilat | Bêyî biryara dadger 9 Kurd hatin girtin

PeyamaKurd- Tora Mafên Mirov a Kurdistanê û Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê pêla girtin û binçavkirinên li Rojhilatê Kurdistanê de agahiyên nû belav kirin.
Hate diyarkirin, di nava 2 rojên borî de 9 welatî, çalakvan û hunermendên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadgeran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.
Hate zanîn, 1iê Tîrmehê de 5 welatiyên Kurd ên bi navên Awat Elî Pur, Hejar Ebdullah Pur, Enwer Îbrahîm Zade, Simko Merufî û Îsmaîl Sanyar li bajarokê Bokanê hatine girtin ku Îsmaîl Sanyar û Simko Merufî girtiyên berê yên siyasî ne.
Dîsa welatiyekî Kurd bi navê Fayeq Bastan (62) yê ji gundê Sofî Ple yê Merîwanê jî di encama serdegirtina mala wî de hate binçavkirin.
Di heman rojê de hunermendê Kurd bi navê Nasih Mistefayî yê ji gundê Necê yê Sineyê piştî bangî navenda Îtlaatê hate kirin, hate destgîrkirin û aqûbeta wî ne diyar e.
Di 2yê Tîrmehê de jî hêzên Îtlaatê bi ser mala çalakvanê Kurd Musa Umêdî ya li Îlamê de girt û ew bi xwe re birin. Hate zanîn ku hêzên rejîmê dest danîn ser kel û pelên şexsî yên Musa Umêdî.
Herwiha heman rojê nivîskar û derhênerê Kurd Elî Qebçaqşahî yê ji bajarokê Nexede yê Urmiyeyê, ji aliyê hêzên Îranê ve hat giritn û ew birin cihekî nediyar.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




