Li Germiyanê droneke tevî du moşekên pê ve kete xwar

PeyamaKurd- Li herêma îdareya Germiyanê ya parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê, îro 3yê Tîrmehê li navbera bajarokên Serqela û Koksê ve, droneke bombebarkirî kete xwarê.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku dema drone ketiye xwar du moşek pê ve girêdayî bûn.
Hate diyarkirin ku depoya sotemeniyê ya dronê vala bûye û tê texmînkirin ku beriya bigihîje armanca xwe, sotemeniya wê qediyaye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne û hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Piştî bûyerê, tîmeke Asayîşa Silêmaniyê ji bo lêkolînên kûrtir, drone bi xwe re biriye.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




