"Divê Rûsên li Azerbêcanê baldar bin"

"Divê Rûsên li Azerbêcanê baldar bin"

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bang li welatiyên Rûsyayê yên li Azerbaycanê kir ku bi baldarî tevbigerin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat dayîn, ji bo welatiyên Rûsyayê yên ku li Azerbaycanê ne an jî plan dikin ku biçin wî welatî hişyarî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatiyên Rûsyayê yên ku dê biçin Azerbaycanê divê "rewşa welêt" li ber çavan bigirin û hat gotin, "Em bang li welatiyên xwe yên li Azerbaycanê dikin ku baldartir û hişyartir bin."

Krîza di navbera Rûsya û Azerbaycanê de

Di 27ê Hezîranê de, di wan serdegirtinan de ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ve li ser malên ku Azerî lê diman li Yekaterinbûrgê hatin kirin, 2 Azerî hatin kuştin, çend kes bi giranî birîndar bûn û 9 kes hatin binçavkirin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Rûsyayê li Bakuyê, Piyotr Volokovîç, ji bo nîşandana berteka Azerbaycanê û ji bo ku ev mijar tavilê were lêkolînkirin û li dijî hemû kesên ku di bûyerên tundiyê de beşdar in, dozên sûc werin vekirin, gazî Wezareta Karên Derve hat kirin.

Wezareta Çandê ya Azerbaycanê hemû çalakiyên çandî yên Rûsan ên li welêt betal kir.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.