Amerîka: Divê xeta boriya petrolê ya Iraq-Kurdistan-Tirkiyê bilez bê vekirin

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand ku divê karên xeta boriya petrolê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de di demeke kurt de ji nû ve dest pê bikin.
Bruce diyar kir, girtîmayîna xetê aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê lawaz dike û rasterast zirarê dide kompaniyên Amerîkî.
Di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa ‘gelo di dema dawî de derbarê mijarên budce, petrol û gazê de ti têkiliyeke Amerîkayê bi Hewlêr û Bexdayê re çêbûye?’ Bruce got, “Gelekî girîng e ku Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din ên pêwendîdar bi lezgînî Xeta Boriya Petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji nû ve bixin dewrê.”
Herwiha Bruce destnîşan kir ku girtîmayîna xetê rasterast bandorê li ser kar û çalakiyên sê kompaniyên Amerîkî dike û wiha pê de çû: ”Ev yek nayê qebûlkirin. Me gelek caran bang li hemû aliyan kiriye. Divê ew pirsgirêkên xwe çareser bikin û em paşxistineke bêdem qebûl nakin.”
Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.




