Kabîneya Kurdistanê: Ti hincetên Bexdayê neman

PeyamaKurd- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 2yê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de, encamên danûstandinên dawî yên bi Bexdayê re yên derbarê hinardekirina petrolê û mûçeyan de hatin nirxandin. Encûmenê destnîşan kir ku Herêmê hemû pabendiyên xwe bi cih anîne û niha çav li biryara hikûmeta federal e.
Mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina encamên hevdîtinên dawî yên di navbera şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû. Ev hevdîtin li Hewlêr û Bexdayê, bi amadebûna nûnerên kompanyayên petrolê, bi armanca destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyên mehên Gulan û Hezîranê hatibûn lidarxistin.Di civînê de hat tekezkirin, Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya kompanyaya SOMOyê û vegerandina dahata wê ji bo Wezareta Darayî ya Federal, hemû nermî nîşan daye û pabendiyên xwe zêde jî bi cih anîne.
Hat gotin, niha Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê bi her awayî amade ne ku hevkariyê bi hikûmeta federal re bikin, da ku hemû hincet û behaneyên ku Bexda ji bo neşandina mûçeyên xelkê Kurdistanê bi kar tîne, bên rakirin.
Encûmena Wezîranê da zanîn, êdî hemû alî li benda biryara Hikûmeta Federal in ku lihevkirinên hevbeş ên ku bi amadebûna kompanyayên petrolê hatine kirin, pesend bike. Hat tekezkirin ku bi destpêkirina hinardekirina petrolê re, ti hincetek li pêşiya Wezareta Darayî ya Federal namîne ku mafên darayî yên Herêmê nede.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên weke listeyên mûçeyan, hejmarên karmendan, teftîşa hevbeş a dîwanên çavdêriya darayî, projeya bankîkirina mûçeyan û şandina para xezîneya federal ji dahata navxweyî bi cih anîne. Lewma divê Bexda dawî li siyaseta birîna mûçeyan bîne, ji ber ku mûçe mafekî destûrî û yasayî yê mûçexwaran e.
Di beşa duyemîn a civînê de, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed, raporek derbarê xaneşînê û destebariya civakî ya karkeran li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Armanca raporê ew e ku mafên karker û karmendên kerta taybet bi rêya geşepêdana Sindoqa Destebariya Civakî û misogerkirina mafê xaneşînê bên parastin.
Encûmena Wezîranê, ligel destxweşiya li wezîrê, pêşniyar û rasparte gotûbêj kirin û biryar da ku ji bo dayîna biryarên pêwîst, lêkolîn û şopandineke kûrtir li ser mijarê were kirin.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




